Kesê ku gotinên kirêt bo Basak Demirtas nivîsîbû hat girtin

14 June 2020 18:39 0 dîtin
Kesê ku gotinên kirêt bo Basak Demirtas nivîsîbû hat girtin

PeyamaKurd – Kesê ku li ser twitterê gotinên kirêt û bêehlaqî li hevjîna Selahattîn Demirtaş, Başak Demirtaş nivîsandibûn, li bajarê Sakarya yê Tirkiyê hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê li ser girtina wî kesî daxuyanî da û ragihand, ew kesê parvekirin derbarê Başak Demirtaş de kiriye hatiye tesbîtkirin û biryara desteserkirina wî hatiye dayîn.

Serdozgeriyê diyar kiriye ew kes ku li bajarê Sakaryayê jî hatiye girtin û lêpirsîna li ser wî kesî bi hesasî tê meşandin.

Hêjayî gotinê ye, parvekirine kirêt û bêehlaqî li dijî Başak Demirtaş, bertekên tund li dijî wî kesê bi navê Vedat Yazicî ku dibêjin, endamê AKPê bûye li ser medya civakî hat nîşandan ku li ser vê yekê rayedarên dewletê jî ketin tevgerê.