Kesnasiya Kurdistanê hisyarî da: Hefteyekê berf û barane û pileya germê jî dikeve
PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejên Herêma Kurdistanê hişyarîya barîna hefteyekê ya baranê û ketina pileya germê da.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejên Herêma Kurdistanê îro Yekşemê agahdariyek li ser rûpela xwe ya Facebook belav kir û tê de got: “Îşev Herêma Kurdistanê dê bikeve bin rewşa seqayeke neseqamgir ku pêşbînî tê kirin bandora wê hefteyekê bi awayê baranî be û berf û baran dê navçeya me jî bigre.”
Hat ragihandin ku roja duşemê destpêkê barîna baranê li sînorê parêzgeha Duhok û îdareya Zaxo destpê dike, piştre piştî nîvro li navçeyên çiyayî yên parêzgeha Hewlêrê jî li xwe bigire û li navenda bajar jî dê bandora wê zêde be. Herwiha li sînorê parêzgeha Silêmanî û îdareya Raperîn jî baran bibare.
Keşnasiya Herêma Kurdistanê da zanîn, ligel vê pêla barînê pileya germê dê nizm bibe û li ser lûtkeyên çiyayên bilind û navçeyên sînor jî wê berf bibare.
Tê pêşbînî kirin roja sêşemê baraneke nerm û car caran bibare, bandora wê li ser sînorê parêzgeha Silêmanî û Helebcê zêdetir be. Roja çarşemê 12ê mehê heta roja 18ê Çileyê 2022yan wê bandora vê pêlê berdewam be û esmanê Herêma Kurdistanê berdewam ewr be. Herwiha hat diyarkirin, ligel barîna baranên nerm, berf jî li navçeyên çiyayî û sînorî û bilindiyan dê bibare.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin