Kestiyên Amerîka û Fransayê li kendavê operasyona DAISê dan destpêkirin

01 April 2021 20:44 0 dîtin
Kestiyên Amerîka û Fransayê li kendavê operasyona DAISê dan destpêkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku keştiya balafirên şer a Fransî “Charles de Gaulle” û keştiya Amerîkî ya balafirên şer “Dwight Eisenhower” li herêma Kendavê bi mebesta têkbirina DAIŞê û misogerkirina ewlehiya deryayî dest bi operasyonê kirin.

Hat zanîn ku ew herdu keştiyên balafirên şer di çarçoveya hêza deryayî ya Hevpeymaniya Navdewletî de operasyona DAIŞê dikin.

Wezîra Hêzên Çekdar ên Fransîayê Florence Barley li ser mijarê da xuyakirin ku ji 2015an ve, ev cara duyem e Fransa vê erkê digire ser xwe.