Kilicdaroglu bang li Ince kir: Bila kerem bike were…

11 May 2023 17:20 0 dîtin
Kilicdaroglu bang li Ince kir: Bila kerem bike were…

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarîya Gel (CHP) û namzedê Tifaqa Milet ê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kilicdaroglu, piştî ku îro 11ê Gulanê namzedê Partiya Memleket ê hilbijartinên serokomariyê vekişîna xwe ragihand, peyamek belav kir.

Kilicdaroglu li ser medya civakî Twitterê li ser daxuyaniya Muharrem İnce ya ‘Ji namzediya serokomariyê vedikişim’ ligel strana hunermend Bariş Manço a ‘Sifreya Xelîl Îbrahîm’ parvekirinek kir.

Kilicdaroglu got: “Banga min hê jî derbas dibe. Êdî em dişikandin û xeydên berê bidin alîyekî. Em ji bo sifreya Tirkiyeyê li benda birêz Înce ne. Bila kerem bike were…”

Li gorî rapirsînên dawî hatine belavkirin, beriya vekişîna Muharrem Înce bi ferqeke hindik îhtimala ku hilbijartinên serokomariyê bimînin gera duyem hebû û bi vê vekişînê re jî li hember Erdogan şansê Kilicdaroglu zêdetir bûye.

Muharem Înce, ji namzediya Serokomariya Tirkiyeyê vekişiya!