Kilicdaroglu: Em ê pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin!
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û namzedê serokomariyê yê hilbijartinên 14ê Gulanê, Kemal Kilicdaroglu pêşgotinek ji pirtûka Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ya bi navê ‘Ji min jî guhdar bikin. CHPê ji bo çareserkirina Pirsa kurd çi got?’ nivîsî.
Kilicdaroglu, di pêşgotina pirtûkê de dibêje, Pisra Kurd li ber geşepêdan, pêşveçûn, berfirehbûn, aştî û aramiya civakî yek ji astenga herî mezin e û çareserkirina wê jî dê me bigihîne xeyala Tirkiyeya demokratîk.
Kilicdaroglu, rexneyan li pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê deshilatdariya AKPê ve hatibû destpêkirin dike û diyar dike, wan bêyî ajandayên veşarî û manîpulasyonan bi awayekî şefaf pêşniyarên xwe kirine û destnîşan dike ku wan bi salan bedelên ‘pêvajoya çareseriyê’ ya AKPê dane.
Di nivîsa xwe de Kilicdaroglu gotiye, li şûna pişt deriyên girtî pêwîste pirsa Kurd li Parlamentoya Tirkiyeyê bi rêkeftina siyasî û civakî ya bi vîna gel were çareserkirin û dibêje;
“Me di pêvajoya çareseriyê de, bi awayekî eşkere û şênber pêşniyarên xwe pêşkeşî parlamentoyê kirin û em li pişt wan rawestiyan. Wekî doh îro jî em bi biryar in pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin, terorên bidawî bînin, nehêlin rondikên dayikan birijin. Lewra ev ne tenê pirsgirêka welatiyên me yên Kurd e, pirsgirêka hevpar a tevahiya Tirkiyê ye û çareseriya wê jî bi rêkeftineke hevpar a siyasî û civakî dê pêk bê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin