'Pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û astiyane nehat çareserkirin'
PeyamaKurd – Hevserokên Giştî yên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bal kişandin ser serweriya zîhniyeta monîst a li Tirkiyeyê û gotin, "Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser nebûye û nikare bê çareserkirin."
Hatîmogullari û Bakirhan derbarê 100 saliya Komara Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Werin em bi hev re Komara Demokratîk ava bikin ku hemû gel û bawerî, bindest û îstîsmarkar, bêyî ku sed salên din wenda bikin, weke welatiyên wekhev û bi rûmet di hawîrdor û zemîneke demokratîk de bijîn."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê heta roja îro "zêhniyeta monîst" serdest e û hat gotin, "Kêmasiya herî girîng û bingehîn a sedsala yekemîn tunebûna kalîteya demokratîk bû. Nekarîna cudahiyên çandî, bawerî û nasnameyî li ser bingehê hemwelatiya wekhev bi azadî û bi rêzdarî were jiyîn û serdestiya zihniyeta monîst bû. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser nebû û nehat çareserkirin."
Pirsgirêka gelan û baweriyan, pirsgirêka Kurd jî di nav de, wê bi Komara Demokratîk çareser bibe. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev gotin hatin bikaranîn:
“Komara ku bi demokrasiya li Tirkiyeyê hatiye tacîdarkirin, wê ji bo çareseriya pirsgirêkên dîrokî yên li herêmê, ji bo gelên Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Cihû, Fars, Asûrî û hemû gelên din ên Rojhilata Navîn di nava aştiyê de bijîn. Werin em ji sed salên pêşîn dersan derxin. Werin em bi hev re Komara Demokratîk ava bikin, ku hemû gel û bawerî, bindest û îstîsmarkar, bêyî ku sedsaleke din wenda bike, di dorhêl û zemîneke demokratîk de wekî hemwelatiyên wekhev û rêzdar bijîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin