Davutoglu: Emê pirsa Kurd bi destûreke demokratîk çareser bikin
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê (Gelecek Partisi) Ahmet Davutoglu, di kongreya partiya xwe ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê de ragihand ku ew dê wek partî pirsgirêka Kurd di çarçoveya destûreke demokratîk de çareser bikin.
Davutoglu di yekemîn kongreya rêxistinên partiya xwe ya Wanê de, gotarek pêşkeş kir û got: “Li Wanê min pêşwazî li serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kiribû, bo gihandina wê peyama ku hemû ew rêyên li vê navçeyê, li Anadolê ber bi Mezopotamya ve diçin, di Wanê re derbas dibin.”
Davutoglu desthilata AKPê ku jê cuda bûye bi tundî rexne kir û diyar kir ku wî herdem bal kişandiye ser birayetiyê û dewleta yasayê û demokrasiyê.
Serokê Giştî Partiya Paşerojê wiha axivî: “Di hemû qonaxên jiyana min de, wek kesekî akademî, wek wezîr û serokwezîr, di rûbirûbûna terorê de û di qonaxa aştiyê de, min berdewamî tekezî li birayetiyê û dewleta yasayê û demokrasiyê kiriye. Pirsgirêka Kurd di bingeha xwe de ji ber kêmbûna mafên demokrasiyê li welatê me, keysbaziya vê kêmasiyê lixwe girtiye. Çareseriya vê rewşê rê li ber hemû cureyên cudabûnê li ser bingeha nasnameyê û cîbicîkirina destûreke demokrasî ye, ku li ser bingeha serweriya mafên mirovan, azadiyan û serbilindiya mirovan were amadekirin.”
Davutolgu behsa girîngiya bikaranîna zimanê Kurdî jî kir û got, fêrkirin û bikaranîna zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê wê jiyana civakî û lihevkirina civakî bicih dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin