Kim Jong-un banga zêdekirina hilberîna cebilxaneya nukleerî kir!

01 January 2023 15:32 0 dîtin
Kim Jong-un banga zêdekirina hilberîna cebilxaneya nukleerî kir!

PeyamaKurd – Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, bang li artêşa welatê xwe kir ku cebilxaneya çekên nukleerî zêde bikin.

Li gorî nûçeya ajansa Kyonhap a Koreyê (KCNA) Kim peyama sersalê gihandiye partiya deshilatdar Partiya Karkeran a Koreyê.

Di peyama bo civîna Partiya Karkeran a diyarkirina polîtîkayên bingehîn hatiye şandin de, Kim Jong-un balê dikişîne ser girîngiya zêdekirina cebilxaneya çekên nukleerî banga zêdekirina hilberînê wan çekan dike.

Herwiha Kim gotiye, ji bo şiyana leşkerî ya welatê wî bi awayekî biryardarî bê xurtkirin pêwîstî bi pêşxistina moşekên balîstîk û bicihkirina peykên sîxur heye.