Almanyayê, banga zêdekirina hevkariyê kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, piştî hevdîtina ligel Seroka Fona Diravan a Navneteweyî (IMF) û Dîrektorê WTOyê, civîneke çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku wî di hevdîtinê de banga hevkariya zêde ya li dijî qeyranên cîhanî kiriye.
Olaf Scholz, bi rêya civînê bal kişand ser qeyranên cîhanî û li ser hevdîtina xwe ya ligel Seroka Fona Diravan a Navneteweyî Kristalina Georgieva û Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Bazirganiya Cîhanî (WTO) Ngozi Okonjo-Iweala ev agahî dan:
“Tenê bi hev re em dikarin zehmetiyên mezin derbas bikin. Berovajîkirina gerdûnîbûn û parastina bazirganiyê dê çareseriya pirsgirêkên gerdûnî neyne. Hewcedarî bi globalîzma aqilane heye ku tê de girêdayîbûn kêm dibin.”
Olaf Scholz diyar kir ku cûdabûn ne çareseriya pirsgirêkên cîhanê ye û li hember qeyranên li cîhanê, banga zêdekirina hevkariya navneteweyî kir.
Scholz di derbarê bandora şewba Covid-19ê ya li ser aboriya cîhanê û zincîra dabînkirinê de diyar kir ku şerê Rusya û Ukraynayê di warê aborî, xurek û ewlekariya enerjiyê de li seranserê cîhanê bandor dike.
Serokwezîr Scholz diyar kir ku Almanya ji bo çareserkirina pirsgirêkên cîhanê dê bi IMF û WTO re xebatên baş bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin