Scholz banga seferberiya nûjenkirina Almanyayê kir...

06 September 2023 21:02 0 dîtin
Scholz banga seferberiya nûjenkirina Almanyayê kir...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, li Meclîsa Federal Almanyayê ji berpirsên hikumetên eyaletan re gotarek pêşkeş kir û banga nûjenkirina rewşa heyî ya Almanyayê kir.

Scholz di axaftina xwe de  ji bo derxistina welat ji rewşa heyî banga hevkariya hêzê li hikumetên eyaletan û mûxalefetê kir û xwest ku nûjenkirina welat bi hev re were girêdan û “Peymana Almanya” were çêkirin.

Scholz destnîşan kir ku peymana ku wê welêt “bi leztir, nûjentir û ewledartir” bike, divê di warên wekî lezkirina pêvajoyên plansaziyê, xurtkirina mezinbûna aborî, dîjîtalîzekirina rêveberiya giştî û sînordarkirina koçberiya neqanûnî de tedbîran bigire.

Herwiha Scholz got: “Welatî ji vê kêmbûnê bêzar bûne, ez jî!”

Serowkezîrê Almanya diyar kir ku “qalibên bi sal û dehsalan ji ber burokrasî, şerma li hember rîskan û tehdîdê çêbûye” encax bi hev re ji holê rabe.

Scholz rasterast xîtabî Serokê Giştî yê muxalefeta sereke ya CDU Friedrich Merz kir û wiha axivî: “Pêdiviya me bi xebateke neteweyî heye. Li welêt gelek kes bi hesreta vê yekîtiya deshilatê ne.”

Herwiha Scholz bal kişand ser kêmbûna kedkarên pispor û got, tevî hemû tedbîrên li hundirê welat, wek perwerdehiya baştir û xizmetguzariya lênêrîna zarokan, pirsgirêk bêyî hêza kar a biyanî çareser nabe.