Çînê, banga zêdekirina hevdîtinên sazûmaniyê li YEyê kir

07 August 2023 00:30 0 dîtin
Çînê, banga zêdekirina hevdîtinên sazûmaniyê li YEyê kir

PeyamaKurd- Rayedarên Çînê, ji bo têkiliyên xwe yên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re hêzeke nû bide destpêkirin, banga zêdekirina diyaloga sazûmaniyê kir.

Li gorî nûçeya Şinhuayê, Wezîrê Karên Derve yê Çînê Vang Yi, bi Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re bi telefonê axivî.

Hat diyarkirin ku di vê axaftina bi telefonê de Wang banga zêdekirina diyaloga sazûmaniyê kir da ku hêzeke nû bide bipêşxistina hevkariyek stratejîk a berfireh ya navbera Çîn û YEyê.

Li gorî hat ragihandin, Borrell diyar kir ku YE dixwaze bi Çînê re têkiliyên baş pêş bixe û berdewam bike û destnîşan kir ku Stratejiya Deriyê Çînê ya Yekîtiya Ewropayê û Înîsiyatîfa Kember û Rê ya Çînê ne hevrik in, lê tekûzker in û armanca wan bipêşxistina geşepêdana cîhanî ye.

Josep Borrell da zanîn ku ew li bendê ne ku serdana xwe ya Çînê bike ku beriya niha du caran hatibû bipaşxistin.