Çînê, banga hevkarî û piralîbûnê li cîhanê kir
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, banga bipêşxistina hevkarî û piralîbûna cîhanî li hember xetera parçebûn û rûbirûbûnê kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Çînê ve hat dayîn, Wezîr Wang Yi di foruma "Global Town Hall 2023" ya ku ji aliyê saziya ramanê ya Navenda Rojhilat-Rojava ya li Washingtonê ve li ser înternetê hat pergalkirin de axivî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Vang da zanîn ku cîhan di sedsalê carekê de di guherînên bilez re derbas dibe, xetera parçebûn û rûbirûbûnê û her wiha derfetên yekîtî û hevkariyê heye.
Hat ragihandin ku Vang bang li hemî welatan kir ku "hevkariyê bi pêş bixin" û "rêveberiya cîhanî bi pabendbûna bi piralîbûna rastîn baştir bikin.”
Her wiha hat zanîn ku Vang bal kişand ku divê ji bo geşepêdan û vejîna Asyayê piştgirî bê dayîn û destnîşan kir ku divê her welat beşdarî feraseta vekirî ya herêmî bibe û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Hewlidanên hin hêzên neherêmî yên ji bo têkbirina aştiya li Behra Çînê ya Başûr dê mehkûmê têkçûnê be."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin