Koalîsyona navdewletî dixwaze pêsmerge roleka zêdetir bigre ser xwe
PeyamaKurd- Di vê hefteyê de di navbera rêvebirên hêzên pêşmerge û rêvebirên koalîsyona navdewletî de, di asta jor de civînekî pêk hat. Di mijara civînê de karbidestê komîta asayîşê û karên hundir Nasir Yûsif bo BasNewsê weha ragihandiye:
“ Koalîsyona navdewletî dizane ku hêzên asayîşa Iraqê nikare ewlekariyê temîn bike û pêdivî bi hêzên Kurdistanê bi Pêşmerge heye. Hêzên koalîsyonê dixwazin bêhtir bi hêzên pêşmerge re di nava têkiliyan de bin û dixebitin ku pêşmerge zêdetir rola xwe bileyîze. Bi taybetî di herêmên ku arîşe li ser wan hene de.”
Yûsûf ragihand ku deverên arîşe li ser wan hene, di wan deveran de İŞİD serî rakiriye û talûkeyeka gelek mezine lewra pêdiviya koalîsyonê bi hêzên pêşmerge heye. Yûsf got ku wê civînên navbera her dû aliyan dewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin