Wezareta Pêsmerge û Koalîsyona navdewletî li ser tevgerên ISID ê axifîn

15 February 2022 01:14 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge û Koalîsyona navdewletî li ser tevgerên ISID ê axifîn

PeyamaKurd – Wezareta Pêşerge ya Herêma Kurdistanê û Koalîsyona Navdewletî li ser mijara tevgerên IŞİD ê yên di herêmê de axifîn. Mijar, tevgerên IŞİD ê li Herêma Kurdistanê, li deverê û operasyonên hevpar yên li hemberê IŞİD ê bûn.

Civîn, di navbera cîgirê wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn û heyeta di bin serpereştiya şêwirmendê hêzên koalîsyonê Colonel Todd Burroughs de hat kirin. Di hevdîtinê de behsa yekkirina hêzên Pêşmerge yên 70 û 80 ê jî hat kirin.

Mijareka dinê ya civînê, li ser avakirina tûxaya hevpar ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bû. Her weha koalisyon ragihand ku wê desteka hêzên koalîsyonê ji bo Pêşmerge dewam bike.