Koma “Ehrar Sîncar” berpirsiyartiya êrîsa ser binkeya leskerî ya Tirkiyê girt ser xwe

03 February 2022 13:39 0 dîtin
Koma “Ehrar Sîncar” berpirsiyartiya êrîsa  ser binkeya leskerî ya Tirkiyê girt ser xwe

PeyamaKurd Komeke bi navê “Ehrar Sîncar” berpirsiyartiya êrîşa ser binkeya leşkerî ya Tirkiyê li nêzîk bajarokê Başîk a parêzgeha Nînowa girt ser xwe.

Îro 03.02.2022yê bi hejmarek moşek êrîşî binkeya leşkerî ya Zilîkan a artêşa Tirkiyê ya nêzîkî Başîkê kirin.

Li gor Malpera Şefeq News bi zimanê çavkaniyekî ewlehiyê belav kiriye, ew moşek li ser kamyoneke barhilgir li taxa Sihe ya aliyê rast a bajarê Mûsilê ve ji binkeya leşkerî ya Tirkiyê re hatine avêtin.

Herwiha hat destnîşankirin, di wê barhelgirê de binkeya moşekî li ser hebûye, lê çavkaniyê ewlehiyê dane zanîn, xelkê taxa Sihe, zêdetirî 10 dengên moşekan bihîstine.

Piştî êrîşê daxuyaniyek li ser torên civakî hat belavkirin û li gor wê, komeke bi navê “Ehrar Sîncar” berpirsiyartiya wê êrîşa moşekî girtiye ser xwe.