Koma Wagner: Hêzên Rûsî em histin û reviyan…

18 May 2023 21:03 0 dîtin
Koma Wagner: Hêzên Rûsî em histin û reviyan…

PeyamaKurd – Damezrînerê Koma leşkerên kirêkirî Wagner a Rûsî Yevgeni Prigozin, di şerê Ukraynayê de rexneyên xwe yên bo artêşa Rûsyayê didomîne.

Prigozin, di tomareke vîdyoyî ya li ser medya civakî belav kiriye de got ku li Bahmut a Ukraynayê, leşkerên rûsî ji eniyên şer vekişiyane û hêzên wan jî li ortê mane.

Prigozin vekişîna 570 metreyan ji eniya şer a Bahmutê ya hêzên rûsî anî ziman û bang li Wezareta Berevaniya Rûsyayê kir ku bila çeperên xwe yên şer bernedin.

Herwiha Prigozin beriya niha jî gotibû, heger artêşa Rûsya cibelxaneyên pêwîst nede wan ew dê hêzên xwe ji herêma Bahmut a Ukraynayê vekişînin.