Komek Hackeran hesabên gelek kesên navdar ê Twîtterê bi dest xistin
PeyamaKurd - Di Twîtterê de hesabên gelek siyasetmedar û karsazên cîhanî hatin bidestxistin.
Komek hackeran, hesabê Twîtterê yê Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama, namzedê Demokratan ê bo serokatiya Amerîkayê Joe Biden, Rêvebirê Payebilind ê Amazonê Jeff Bezos, avakerê Microsoftê Bill Gates, Rêvebirê Payebilind ê Teslayê Elon Musk, karsazê milyarder Michael Bloomberg, stranbêj Kanye West û bi dehan kesên din hatin hackkirin.
Ji bilî kesên navdar, hesabên medyaya civakî yên şirketên mezin wek Apple û Uberê jî hatin bidestxistin.
Li gorî zanyariyan kesên ku sextekariya pereyên krîptoyî dikin ev êrîş birine ser wan hesaban.
Li ser van hesabên hatin bidestxistin, navnîşaneke Bitcoinê hat dayîn û hat gotin pere bişînin vî hesabî. Herwiha gotine, ji her 1000 dolarê bê şandin, wê 2 hezar dolar qezenç bikin.
Malpera Blockchain.comê ya ku transfera pereyan dişopîne, gotiye ku heta niha 12,58 bitcoin yanî 116 hezar dolar ji van hesaban re hatiye şandin.
Piştî vê bûyerê li ser hesabê piştgiriyê ya Twîtterê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin, "Haya me ji vê bûyera ewlehiyê ya ku bandor li ser hesabên Twîtterê kiriye heye. Em lê dipirsin û ji bo sererast bikin gavan diavêjin. Em dê di nav demeke kert de agahiyê bidin her kesî."
Ew peyamên ku li ser van hesaban hatibûn parvekirin piştî demeke kin jê hat birin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin