Komeleya Nûbiharê dest bi kûrsên online yên Kurdî dike

27 December 2021 14:29 0 dîtin
Komeleya Nûbiharê dest bi kûrsên online yên Kurdî dike

PeyamaKurd – Komeleya Nûbiharê dest bi kûrsên online yên Kurdî dike. Komele wê bi awayekî online dersên Kurmancî, Soranî û Zazakî bide. 

Herwiha ji bo zarokên ku kêmanî di pola 4an de dixwînin, wê dest bi dersên Kurmancî bikin. Ders wê bi rêya programa Zoomê werin dayîn. 

Kursên navborî wê 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022yê de destpê bikin û heta 31ê Adarê wê dewam bikin. 

Pêvajoya serlêdanan di 21ê Kanûna Pêşiyê de destpê kiriye. Kesên ku dixwazin beşdarî van kûrsan bibin, wê heta 31ê Kanûna Pêşiyê bikaribin serî lê bidin. 

Piştî kûrs qediyan, wê bawernameyan bidin kesên beşdar bûne. 

Ji bo zanyariyên zêdetir û ji bo qeydê, bitikîne