Komeleya Lêkolinên Kurdî kûrsa online bo astengdarên çavan vekir
PeyamaKurd - Komeleya Lekolînen Kurdî, bi hevkariya Komeleya Astengdarên Çavan a Dîcleyê kûrseke online ji bo astengdarên çavan vekir.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, bi hevkariya Komeleya Astengdarên Çavan a Dîcleyê, ji bo kesên nebîna kûrseke taybet a hînbûna kurmancî vekir. Bi giştî 28 xwendekar tevlî kûrsê dibin.
Ji ber şewba vîrûsa Koronayê, Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) dest bi dersên online yên zimanê kurdî, zaravayên kurmancî û kirmanckî kiribû. Piştî ku serlêdan zêde bûn, ji bo kesên nebîna (astengdarên çavan) jî kûrseke kurmancî ya taybet hate vekirin.
Kûrsa kurmancî ya ji bo kesên nebîna, di 17ê tîrmehê de bi awayekî online dest pê kir û dê heta 3 mehan berdewam bike. Ji Kurdistan, Ewropa û gelek bajarên Tirkîyeyê 28 xwendekar tevlî kûrsê dibin. Kûrs her hefte rojên îniyê di navbera saet 20.00-22.00an de pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin