Komisyona Hilbijartinan ceza da 9 namzedên aliyên Kurdistanî
PeyamaKurd – Komisyona Hilbijartinan a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, 9 namzedên aliyên Kurdistanî bi sedema “binpêkirina rênimayên bangeşeyê” ceza kir.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, heya niha 61 berbijêrên aliyên siyasî serbixwe ji ber binpêkirina rênimayên bangeşeya hilbijartinan hatine cezakir, 9 ji wan namzedên aliyên Kurdistanî ne.
Li gor nivîseke fermî ya Komisyona Hilbijartinan, ew namzed bi milyonek dînar hatine cezakirin, ku 4 ji wan yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), 3 berbijêrên Hevpeymaniya Kurdistan, 1 berbijêrê Komeleya Dadgerî, 1 berbijêrê Sosyalîst Demokrata Kurdistan, li gel 11 berbijêrên serbixwe û 41 berbijêrên din yên aliyên siyasî yên Iraqî.
Herwiha aliyên herî diyar ku namzedên wan hatine cezakirin, Kutleya Sedir ya ser bi Rewta Sedir, Hevpeymaniya Fetih, Hevpeymaniya Dewleta Yasa, Babilyûn, Teqedum û Ezim in.
Komisyona Bilind ya Hilbijartinan heya niha ji ber serpêçiyan, 6 berbijêr ji hilbijartinan dûr xistine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin