Komisyona Mafê Mirovan a Iraqê li ser bûyerên doh daxuyanî da: 3 kustî, 21 birîndar...
PeyamaKurd - Komîsyona Mafê Mirovan li Iraqê ragihand ku di bûyerên doh 27ê Tîrmehê yên li qada Tehrîr a Bexdayê de 3 xwepêşander hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.
Komîsyonê da xuyakirin, di encama pevçûnên doh ên navbera hêzên ewlehiya Iraqê û xwepêşanderên Bexdayê de, 3 xwepêşander hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne, ku jiyana hin ji birîndaran di metirsiyê de ye û gule û saçme hatine bikaranîn.
Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê bikaranîna tundiyê û astengkirina azadiya xwepêşandanên aştîyane şermezar kir û çend daxwazên ji hikûmeta Iraqê kirin:
- Bilez ragihandina encamên lêkolînê û pêşkeşkirina tewanbaran û yên ku ferman dabûne wan ji dadgehê re bên dayîn.
- Hêzên ewlehiya Iraqê nabe tundiyê dijî xwepêşanderên aştîxwaziyê bikar bînin û ew kar wek binpê kirina eşkere ya pîvanên mafê mirov û Netewên Yekbûyî û yasayên navdewletî bên nasîn.
- Daxwaz ji xwepêşander û hêzên ewlehiyê tê kirin hemû hewldanê bikin û xwe li berçav derbas bikin û ji her pevçûnekê dûr bikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin