Komisyona Mafên Mirovan: Li Iraqê azadiya derbirinê tê binpêkirin
PeyamaKurd - Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku azadiya derbirînê li Iraqê tê astengkirin û li ser navê cîbicîkirina yasayê, gelek binpêkirin têne kirin.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, Fazil Xerawî got ku heta niha jî azadiya derbirînê li Iraqê tê astengkirin û bi navê cîbicîkirina yasayê, gelek binpêkirin têne encamdan.
Xerawî bal kişand ku çend haletên astengkirina azadiyan hene û êdî gihîştiye asta girtina xwepêşanderan û bi zorê belavkirina çalakvanan.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan da zanîn, komisyona wan daxwazê ji parlamento û hikûmetê dike ku bilez yasaya azadiya derbirinê û mafê gihîştina agahiyan pesend bikin.
Fazil Xerawî xwest ku bi wê yasayê mafê hemwelatiyên Iraqê bê garantîkirin û mafên mirovan li Iraqê bihêztir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin