Komîteya Bilind a Rûbirbûna Koronayê bi serokatiya Wezîrê Navxwe dicive

25 October 2021 12:32 0 dîtin
Komîteya Bilind a Rûbirbûna Koronayê bi serokatiya Wezîrê Navxwe dicive

PeyamaKurd – Komîteya Bilind a Rûbirbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê dicive.

Li Herêma Kurdistanê ev çend roj in rêjeya belavbûna Koronayê û hejmara miriyên Koronayê zêde bûye. Ji ber wê jî Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, wê îro di saet 11.00an de, bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê bicive.

Di civînê de, Wezîrê Tenduristiyê û çend wezîrên din, parêzgarên her çar parêzgehan, serpereştên îdareyên serbixwe beşdar dibin, herwiha raporta wezareta tenduristiyê li ser rewşa Koronayê tê gotûbêjkirin û çend biryarên nû tê dayîn.