Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Hewlêrê bo vekirina dibistanan dicive

03 February 2021 14:01 0 dîtin
Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Hewlêrê bo vekirina dibistanan dicive

PeyamaKurd –  Derbarê vekirina dibistanan de, Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Hewlêrê, îro dicive û biryarê derbarê vekirina dibistanan de dide.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî diyar kir, di civîna îro ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de, guftûgo li ser çawaniya vekirina dibistanan bi girtina rêkarên tendirustiyê tê dayîn.

Dr. Saman Berzincî da zanîn, di civînê de guftûgo li raportên ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Perwedehiyê ve hatine amadekirin tên kirin.

Beriya niha bi biryara Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê xwendina pola 12ê amadehiyê ji roja 16.1.2021an ve hatibû destpêkirin. Îro jî biryar li ser mekanîzma xwendina polên 1ê seretayî ta 11ê amadehiyê li nava dibistanan tê dayîn.