Komîteya Rûbirûbûna Koronayê di civîna ligel Serokwezîr de 7 biryarên nû derxist

10 June 2020 19:42 0 dîtin
Komîteya Rûbirûbûna Koronayê di civîna ligel Serokwezîr de 7 biryarên nû derxist

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Hezîranê bi rêya vîdyo konferansê bi Komîteya Bala ya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê re civîneke li dar xist.

Piştî civînê hat ragihandin, gotûbêj derbarê rewşa dawî ya belavbûna vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê hatiye kirinç

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma kurdistanê, di destpêka civînê de wezîrê navxwe yê Kurdistanê raporta xwe pêşkeş kir. Piştre jî wezîrê tenduristîyê raporteka hûr derbarê teşenekirina Vîrusa Koronayê û zêdbûna hejmara tûşbûyan û qurbanîyan pêşkeş kir ji bilî ku hejmareka daxwazî û pêşnîyaz jî pêşkeş kir.

Piştî gotûbêjên li ser nirxandina rewşa tenduristîyê, Komîteya Balaya Rûbirûbûna Koronayê hejmarek biryar derxist ku ew biryar wiha ne:

Yekem: Berdewambûn li ser rêkarên xweparêzîyê, kerentînekirin , çareserkirin û pêşkeşkirina xizmetguzarîyên tenduristîyê bo tûşbûyan, berkevtîyan, geştyaram û çirkirina helemeta hoşyarîya Tenduristîyê bo xweparêzîyê ji Vîrusa Koronayê û dûvçûna cîbicîkirina rênimayên tenduristîyê ji alîyê hevwelatîyan ve.

Duyem: Bi zor sepandina girêdana demamkê li hemû sazî, cihên giştî û dabînkirina wê bo her hevwelatîyekî ku serdana fermangeh û sazîyên giştî bike û her kesek jî serpêçîyê bike rêkarên tasayî li beraneber wan dihête girtine ber.

Sêyem: xerckirina qonaxeka dîya budceya taybet bi xwercîyên rûbirûbûna Vîrusa Koronayê bi gujmeya 5 milyar Dînaran bo Wezareta Tenduristîyê bi mebesta dabeşkirina wê bi ser sazîyên tenduristîyên parêzgehan û rêveberîyên serbixweyên Herêmê.

Çarem: Wezaret û alîyên peywendîdar hesanîya pêwîst pêşkeş bi kargeyên berhemhînana demamkan û pêdawîstîtên din yên xweparêzîyê dikin, daku bi hesanî û bi kiwalîtîyeka baş û nixeka guncayî bigehe destên hevwelatîyan.

Pêncem: Xizmetguzarîyên taqîgehî bihêne berfirehkirin. Mîkanîzma pêwîst bo dîrkirina tûşbûyan dihête danan.

Şeşem: Wezareta Tenduristî, navxwe û fermangeha peywendîyên derve hatin raspartin daku serdana alîyên Îraq û nêvdewletî vikin daku hevkarîya hikumeta Herêma Kurdistanê bikin.

Heftem: Berdewambûna qedexeya hatinûçûnê li Herêmê û li gel parêzghên Îraqê. Rêkixistina dewama Pêşmerge û asayîşa navxwe, bi taybetî ewên rûniştvanên derveya cihê wezîfeyên xwe ne bi awayekê ku kêmtirîn hatinûçun hebe.