Komîteya nexwesên koronayê yên li mala xwe bimirin ava dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajaroka Starr County ya eyaleta Teksas a Amerîkayê, komîteyek bo kesên bi vîrusa koronayê ketine û wê li malên wan li benda mirina wan bin, tê avakirin.
Berpirsê Tenduristiya bajaroka Starr Countyê Dr. Jose Vasquez, ragihand ku ji ber kêmbûna derfetên tenduristiyê wan biryareke wiha standine û got, "Li şûna ku kesên hêviya başbûnê bo wan nîne, biçin bi kîlometran dûr li odeyên nexweşxaneyan bimirin, em di wê baweriyê de ne ku li malên xwe bimirin çêtir e.”
Dr. Jose Vasquez bal kişand ser kesên bi koronayê ketine û nexweşiyên din jî bi wan re hene û diyar kir, her çiqas wan nedixwest biryareke wiha bidin jî ji ber kêmbûna derfetan wan biryar daye komîteyeke etîkê li Nexweşxaneya Starr County bo nexweşên ku bişînin malên wan ava bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin