WHOyê ji bo Ewropayê hisyariya koronayê da: Wê 500 hezar kes bimirin!
PeyamaKurd - Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) hişyarî da ku dibe li parzemîna Ewropayê 500 hezar kes di demsala zivistanê de ji vîrusa koronayê li parzemîna Ewropayê bimirin.
WHOyê destnîşan kir ku ji ber sistbûna proseya derzîkirinê li Ewropayê, Korona zêdetir belav dibe û pê re gelek kes dimirin.
Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) eşkere kiriye ku karesateke mezin li benda Ewropayê ye û ev parzemîn dê careke din bibe pêgeha belavbûna Koronayê.
Rêveberê Herêmî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) Hans Kluge gotiye: “Heger Ewropa bi vê şêweyê bimîne û bi sistî derziyê werbigrin, dibe ku zêdetirî 500 hezar kes ji ber bandora Covid-19ê can bidin.”
Hans Kluge diyar kiriye ku divê di dema cejna sersalê de li Ewropayê rêgirî li civîn û pîrozbahiyan were kirin ji bo xweparastina vê vîrusa xeternak.
Kluge got: “Li piraniya welatên Ewropayê, Korona ji qonaxa îstiqrarê derketiye, gelek kes car din pê dikevin û can didin, ji bilî wê, nexweşiya demsalî bi awayekî berfireh belav bûye, ev jî bandorê li ser belavbûna Koronayê dike.
Herwiha daye zanîn ku Ewropa ketiye rewşa metirsiyê, loma Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) daxwaz dike ku derziyê li xwe bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin