Li Ewropayê hejmara mirinên ji ber Koronayê 300 hezar kes derbas kir

07 November 2020 15:29 0 dîtin
Li Ewropayê hejmara mirinên ji ber Koronayê 300 hezar kes derbas kir

PeyamaKurd – Li Ewropa hejmara pêketinên vîrusa Koronayê û mirinên ji ber wê ji nû ve bilind dibin.

Li gor AFPê ragihand, vîrusa Koronayê li Ewropa heta niha ji 300 hezarî zêdetir kes kuştiye.

Agahiyên AFPê diyar dikin, sê paran du parên wan mirinan li Brîtanya, Îtalya, Fransa, Îspanya û Rûsya çêbûne.