Kongo: Me di nav 2 heftan de 55 endamên Hêzên Hevkariya Demokratîk kust

15 August 2023 21:34 0 dîtin
Kongo: Me di nav 2 heftan de 55 endamên Hêzên Hevkariya Demokratîk kust

PeyamaKurd – Polîsê herêma İtûriyê Pecos Mboka ragihand ku di operasronên 2 hefteyên dawiyê de artêşa Kongoyê li herêmên Ituri û Kivuyê 55 endamên Hêzên Hevkariya Demokratîk (ADF) kuştine. Operasyon li gundên Mbingi, Makangwa, Mabuo, Moliso, Masia û Masenze hatine kirin. Di operasyonan de leşker nehatine kuştin.

Serokkomarê Kongoyê Felix Tshisekedi di 7ê Gulana 1921an de ragihandibû ku ji bo kontrola her dû eyaletên navborî bixin destê xwe diviyabû dora wan bipêçin û di herêmê de karmendên sîvîl ji ser kar girtibûn û di şûna wan de rêvebirên leşkerî danîbûn.

ADF di dawiya sala 1990an de li Ûganda û Kongoyê xwe bi rêxistibû û tevgerên wan heya niha dewam dike.