Kongreya Amerîkayê budçeya 2 salan ya federal tesdîq kir

02 August 2019 00:07 0 dîtin
Kongreya Amerîkayê budçeya 2 salan ya federal tesdîq kir

PeyamaKurd- Budçeya federal ya bo 2 salan ku mesrefên wê yên giştî gelek zede ne, ji aliyê Senatoya Amerîka de hat tesdîqkirin. Budçe berê di Meclisa Temsîlkaran de hatibû qebûlkirin. Budçeyeka tenha ye ku ti astengî nedaniye ber mesrefên giştî. Tevî ku muhafazakar bertek nîşan dan jî Trump budçeyê destek dike û di encamê de, dê ew îmze bike.

Endamên kongreya Amerîkayê radigihînin ku di sala pêşiya me de hilbijartin hene û bi qebûlkirina budçeyê dê krîz çênebin. Li aliyê dinê niha Amerîka bi 22.5 trîlyon dolarî deyndarê giştiye û dê ev reqem zêdetir bibe.