Konseya hevkariya Îran û Tirkiyê sibê dicive
PeyamaKurd – Roja 19.07.2022 an, an ku siba wê konseya hevkariyê ya Tirkiyê-Îranê li Tehranê civîna xwe ya 7 em bike. Ji bo tevlîbûna civîna konseyê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, wezîrê bergiriyê Hulusi Akar, wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoğlu, wezîrê xezînê û darayî Nureddin Nebati, wezîrê enerjiyê Fatih Dönmez, wezîrê ciwanan û sporê Mehmet Muharrem Kasapoğlu, wezîrê bazirganiyê Mehmet Muş, wezîrê sanayî û teknolojiyê Mustafa Varank, serokê daîra ragihandinê yê serokkomariyê Fahrettin Altun û berdevkê serokomariyê İbrahim Kalın tev bi hevre çûn Tehranê.
Wê civîna 7 em ya konseya hevkariyê ya Tirkiyê û Îranê, dê di bin hevserokatiya Erdoğan û Îbrahîm Reîsî de bêkirin. Di civînê de wê behsa têkiliyên duqolî, pêşdebirina têkiliyan û li ser pêngavên bên avêtin, wê biaxifin. Pêşdeçûnên li herêmê û dinyayê wê mijarên axaftina wan bin.
Di heman rojê de wê serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi malxweyiya serokkomarê Îranê Reîsî, di asta Astana de wê zîrwa 7 em ya sêqolî bikin. Di civîna sêqolî de pêşdeçûnên li Sûriyê, têkoşîna bi rêxistinên weka PKK/YPG, DEAŞ ê, hewlên ji bo çareseriya siyasî, rewşa mirovî, dagera penaberên Sûriyê bo welatên wan, mijarên bingehînin ku li ser wan biaxifin.
Wê Erdoğan her weha di zîrwê de bi Putin re hevdîtinekî taybet bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin