Wezîrê Derve yê Tirkiyê sibê serdana Îranê dike
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu li ser vexwendina hempîşeyê xwe yê Îranî sibe serdana Tehranê dike.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, Mevlut Çavuşoglu dê di çarçoveya serdaneke du rojî de biçe Îranê û herdu rojên 20 û 21ê Hezîrana 2019ê dê li Îranê be.
Wezareta Derve ya Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kiriye ku serdana Çavuşoglu li ser vexwendina hempîşeyê wî yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf tê encamdan.
Li gor heman daxuyaniyê, di vê serdanê de peywendiyên du alî yên navbera Enqere û Tehranê, herwiha pêşhateyên navçeyî û navdewletî dê bêne gotûbêjkirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu di vê serdana xwe de herweha serdana bajarê Isfehanê yê Îranê jî dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin