Konsolê Amerîka: Dostanî û tifaqa me û kurdan dîrokî ye û pêseroja me jî ges e
PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl îro 20ê Îlonê li ofîsa xwe pêşwazî li konsolê Amerîka yê Hewlêrê Robert Palladino û şanda pê re kir.
Di civînê de wekîlê wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, sererkanê wezaretê Cemal Êmînkî û berpirs û şîretkarên wezaretê jî amade bûn.
Wezîrê Pêşmerge di civînê de got, “Em Amerîka û artêşa wê wekî dostê serekiyê xwe û hêzên Pêşmerge dibînin û em dixwazin ji bo parastina ewlehî û aramiya deverê û Iraq û Herêma Kurdistanê li ser nehiştina terorê berdewam bin.”
Konsolê Amerîka jî ragihand, Amerîka şanaziyê bi dostên xwe dike û qehremantiya hêzên Pêşmerge bilind dinirxîne û got, “Em şerefmend û pêbend in bi hevkarî û hemahengîya ligel hikûmeta Kurdistanê û hêzên Pêşmerge.”
Li ser xebatên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de wezîrê Pêşmerge diyar kir, di vî warî de gavên baş hatine avêtin û dê li ser wê yekê berdewam bin û got, “Ji bo wê jî pêwîstiya me bi hevkarî û alîkariyên Amerîka û hêzên hevpeyman û rêkeftina siyasî ya aliyên Kurdistanê heye.”
Konsolê Amerîka anî ziman, şîretkar û pisporên Amerîkî pêbendî pêşxistin û serxistina xebatên çaksaziyê ne û destnîşan kir, hewlên Wezareta Pêşmerge ji bo çaksaziyê li ba me bi qîmet in. Dostanî û tifaqa me û kurdan dîrokî ye û pêşeroja me jî geş e.
Di civînê de herwiha behsa girîngiya nêzîkbûna zêdetir di navbera Wezareta Pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê de jî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin