Koska Spî: Sullivan bi rayedarên Îsraîlî re alternatîfên operasyona Refahê gotûbêj kir

21 May 2024 13:00 0 dîtin
Koska Spî: Sullivan bi rayedarên Îsraîlî re alternatîfên operasyona Refahê gotûbêj kir

PeyamaKurd – Koşka Spî di derbarê serdana Şêwirmendê Ewlehîya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan ya Tel Avîvê de ragihand ku Sullivan bi rayedarên Îsraîlî re alternatîfên operasyona Refahê gotûbêj kiriye.

Koşka Spî di derbarê serdana Sullivan a Tel Avîvê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku rayedarên Îsraîlî duh ji bo fikarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên di derbarê alternatîfên nû yên operasyonên li dijî Refahê de agahî dan Şêwirmendê Ewlehîya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sullivan, ji rayedarên Îsraîlê re gringiya danûstandinên navbera Îsraîl û Misrê yên ji bo ji nû ve vekirina Deriyê Sînor ê Refahê yên misogerkirina herikîna alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê destnîşan kiriye.

Sullivan duh bi rayedarên Îsraîlê ku di nav wan de Wezîrê Parastinê Yoav Gallant û serokê opozisyonê Yair Lapid jî hebûn, hin hevdîtinan pêk anî.

Di daxuyaniya Qesra Spî de hat ragihandin ku Sullivan di serdana xwe ya Îsraîlê de ji bo têkbirina Hemasê ya li Refahê rêbazên alternatîf ên nû yên ku ji aliyê Wezîrê Parastinê Yoav Gallant û Serfermandarê Giştî Herzî Halevî ve pêşkêşî wî kirine hatiye agahdarkirin. Di derbarê rêbazên nû yên alternatîf ên ji bo têkbirina Hemasê ya li Refahê de hat ragihandin ku 'fikarên DYAyê yên di derbarê operasyona leşkerî ya Îsraîlê de hatine bersivandin.

Hate gotin ku Sullivan ji rayedarên Îsraîlî re pêwîstîya zêdekirina alîkarîyên li seranserê Xêza Xezzeyê destnîşan kiriye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku Sullivan, ji bo bi ewlehî alîkariyê bigihînin kesên hewcedar, pêwîstiya 'mekanîzmayên bibandor' ên ji bo parastina xebatkarên alîkariyên mirovî ji rayedarên Îsraîlî re teqez kiriye.

Her wiha hate gotin ku Sullivan tekezî li ser vîna DYA ya têkbirina Hemasê û berdana girtiyan kiriye.

Îsraîlê piştî ku li rojhelat û başûrê Refahê dest bi operasyonên leşkerî yên sînordar kir, deriyê sînor ê Refahê xistibû bin kontrola xwe.