Kremlîn: Wê xebatên bo hevdîtina Esed-Erdogan dewam bikin

16 March 2023 20:42 0 dîtin
Kremlîn: Wê xebatên bo hevdîtina Esed-Erdogan dewam bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Keremlînê Dmitriy Peskov, li ser îhtimala hevdîtineke di navbera Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed de got, “Wê xebat dewam bikin.”

Peskov li ser pirsa rojnamevanan a derbarê hevdîtina Vladimîr Pûtîn û Beşar Esed de diyar kir ku doh li Moskowê mijarên li ser bergiriya herdu welatan û hevkariya aborî hatin axaftin û herwiha mijara başkirina pêwendiyên navbera Sûriye-Tirkiyê jî hatin gotûbêjkirin.

Peskov da xuyakirin ku danûstandinên li ser îhtimala hevdîtineke navbera Erdogan û Esed dewam dikin û wê xebatên li ser wê mijarî berdewam bin.

Li aliyê din Beşar Esed jî ji medya rûsî re li ser mijarê ragihandiye ku heta Tirkiye ji bakurê Sûriyê venekişe, piştevaniya komên terorî bernede û rewşa Sûriyê wekî beriya şerê navxwe asayî nebe, hevdîtineke wiha nayê kirin.