Kremlînê, li ser Korîdora Genimî daxuyanî da

04 July 2023 14:30 0 dîtin
Kremlînê, li ser Korîdora Genimî daxuyanî da

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, di derbarê Peymana Korîdora Genimî ya Deryaya Reş de diyar kir ku beşa têkildarî Rusyayê pêk nehatiye û got ku "Zêde hêvî tuneye ku ev beş were bicihanîn."

Dimitriy Peskov, li ser îhtimala rakirina sizayên SWIFT yên li ser hemû bankên Rusyayê, di nav wan de Banka Çandiniyê ya Rusyayê (Rosselkhozbank) di çarçoveya peymanê de nirxand û diyar kir ku beşek ji peymanê ya têkildarî Rusyayê pêk nehatiye.

Berdevkê Kremlînê, di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: "Niha em dibînin ku beşek ji vê peymanê nehatiye cîbicîkirin. Demek maye ku peyman biqede. Lê kêm hêvî heye ku ev beş were cîbicîkirin."

Peskov diyar kir ku bi serhildana çekdarî ya koma çete ya Wagnerê ya meha borî ya li dijî rêveberiya Rusyayê kir û li ser vê pirsê ku Kremlînê bertek nîşanî nehiştina Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) û hêzên ewlekariya taybet ên li Rusyayê, di astengkirina vê serhildanê de da yan na.

Peskov got, "Ez ê li ser vê yekê şîrove nekim. Hemû saziyên Rusyayê bi awayekî rêk û pêk peywirên xwe bi cih tînin. Serokê Dewletê bal kişand ser asta bilind a Hêzên Çekdar û hêzên taybet ên di van rojên zehmet de û spasiyên xwe pêşkêşî wan kir."