Kremlînê mercên rawestandina êrîsan eskere kir: Wê operasyon bi carekê bidawî bibe...

07 March 2022 19:40 0 dîtin
Kremlînê mercên rawestandina êrîsan eskere kir: Wê operasyon bi carekê bidawî bibe...

PeyamaKurd – Di roja 12an a êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê de, Berdevkê Kremlînê mercên bo dawîanîna operasyona artêşa Rûsyayê eşkere kir û got, heger ew bicih werin dê operasyon were bidawîkirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji ajana Reutersê re daye xuyakirin, heger Kîev mercên Rûsyayê bicih bîne ew amade ne êrîşan bi carekê rawestînin.

Peskov gotiye, wan mercên xwe gihandine aliyê Ûkraynayê ku ew merc ev in:

“Em dixwazin Ûkrayna dawî li operasyonên leşkerî bîne, bêalîbûna dewletê bi guhertina destûra bingehîn misoger bike, Kirimê wekê beşek ji Rûsyayê nas bike û serxwebûna axa her du komarên Donestk û Luhanskê nas bike.”