Kremlînê, Peymana Korîdora Genim rawestand!

17 July 2023 13:31 0 dîtin
Kremlînê, Peymana Korîdora Genim rawestand!

PeyamaKurd- Di derbarê rewşa ku bala raya giştî ya cîhanê îro li ser bû de ji aliyê Kremlînê ve daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku wan Peymana Korîdora Genim rawestandiye.

Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de hat destnîşankirin ku Peymana Korîdora Genim hat rawestandin û hat gotin ku

"Piştî bendên têkildarî Rusyayê bi cih hatin, dê peyman ji cihê mayî tavilê bê destpêkirin.”

Ji aliyê din ve bal hat kişandin ku pêwendiya êrîşa Pira Kirimê û bidawîkirina Peymana Korîdora Genim tuneye û hat diyarkirin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, beriya vê êrîşê rewşa peymanê diyar kiribû.