Rusya û Tirkiyeyê, li ser Korîdora Genim li hev kir
PeyamaKurd- Piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a li Soçiyê, ji aliyê rayedarên Rusyayê ve hat ragihandin ku wan ligel Tirkiyeyê li ser peymana genim li hev kiriye.
Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku piştî hevdîtina Erdogan û Putin a li Soçiyê, ji Moskowê di derbarê Peymana Genim de daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniya Moskowê de hat gotin ku “Ji bo şandina 1 milyon ton genimî ya ku Rusya dixwaze bişîne Afrîkayê; ji bo Tirkiyeyê lihevkirineke esasî pêk hatiye. Li gorî plansaziyê, genimê ku tê plankirin bê şandin, bi saya piştgiriya aborî ya Qeterê dê bi buhayekî kêm bê firotin.”
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Aleksandir Grushko li ser mijarê got: "Di prensîbê de hemû lihevkirin hatin kirin. Em li bendê ne ku di demeke nêzîk de bi hemû aliyan re dest bi xebatê bikin da ku li ser mijarên teknîkî yên plana barkirinê bixebitin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin