Fîdan û Lavrov li ser korîdora genim axivîn
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Hate ragihandin ku di pêwendiya telefonî de, herdu wezîr li ser peymana korîdora zad a ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye hilweşandin axivîn.
Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de, ji bilî mijara peymana zad û geşedanên dawî, mijara dabînkirina balafirên gewdeya mezin ên vemirandina agir ên rûsî bo Tirkiyeyê jî hatiye rojevê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin