Kurd di Salvegera Referandûma Serxwebûnê de li Norwecê dicivin

12 September 2019 17:52 0 dîtin
Kurd di Salvegera Referandûma Serxwebûnê de li Norwecê dicivin

PeyamaKurd – Kurdên li welatê Norwecê amadekariya çalakiyeke li ber avahiya Parlamena Norwecê di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de dikin.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê 25ê Îlona 2017an hatibû kirin û bi rêjeya Du hefteyên din dibe du sal ku referandoma serxwebûna Kurdistanê hatiye kirin, ji ber ku referandom roja 25 Îlona 2017 hat kirin.

Referandomê dengek mezin di nav hemû kurdan de veda. Bi gotina mezin û siyasetmedarên kurd, referandom “tapoya reş” e û di destê kurdan de ye, her gava şert û merc munasib bûn, kurd dikarin serxwebûna xwe ragihînin.

Kurd dixwazin îsal jî mîna par bi helkefta salvegera referandomê, çalakiyan bikin û wê pêngava dîrokî bibîr bînin.

Ji ber wê jî komek partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî xwe amade dikin li ber parlementoya Nerwîcê, ku li paytexta wî welatî Oslo ye, kombûnekê pêk bînin.

Li gorî nûçeya BasNewsê yek ji organîzatorên wê kombûnê bi navê Mihemed Eskender got, komîteya hevakariya partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bi alîkariya federasiyona komeleyên kurdî li Nerwîcê, di duyemîn salvegera referandomê de li ber avahiya parlementoya Nerwîcê kombûnê dikin.

Mihemed Silêman da zanîn ku kombûn roja 25 Îlonê tê kirin û ji saet 16:30 heta saet 18:00 didome.

Organîzatorê kombûna referandomê diyar kir ku ji tevahiya wan kesên ku dixwazin beşdarî kombûnê bibin, hatiye xwestin bi kincên kurdî û alaya Kurdistanê amade bin.