Kurdistan | 13 kesan wefat kir û 1014 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, hezar û 14 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 13 kesan jî can da.
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniya îro Yekşemê ya derbarê rewşa vîrusa koronayê de eşkere kir ku 1014 kesên din li seranserê Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û 13 kesan jî can daye.
Herwiha hat diyarkirin ku 374 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 125 hezar û 146 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 715 kes û heta niha 111 hezar û 87 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin