Kurdistan | 1159 kesên din bi koronayê ketin û 17 kesan wefat kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand di 24 demjimêrên borî de 1159 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ji 1159 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 197 kes li Hewlêrê, 353 kes li Silêmaniyê, 541 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê û 59 kes li Germiyanê ne.
Hewiha hat eşekerekirin ku 17 kesan jî can daye û 485 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara giştî ya pêketiyan li Herêma Kurdistanê bû 135815 kes, 3831 kesan wefat kiriye û 115330 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin