Kurdistan | 15 kesan wefat kir, 843 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 843 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 15 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 25ê Nîsanê ya rewşa Covid-19 de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 843 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 108 kes li Hewlêrê, 315 kes li Silêmaniyê, 287 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 67 kes li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ew jî 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 794 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 146 hezar û 31 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 959 kes û heta niha 122 hezar û 829 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin