Kurdistan | 2 kesan wefat kir, 67 kes jî bi vîrusa koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di nav 24 demjimêrên borî de 67 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 kesan jî can da.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 67 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 4 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 43 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê diyar kir, kesekî li Hewlêrê û kesekî din jî li Silêmaniyê ji ber vîrûsa Koronayê can daye û hejmara mirinan gihîştiye 3 hezar û 459 kesan.
Herwiha bi başbûna 983 kesên din di nav 24 demjimêran de, hejmara başbûyan bûye 95 hezar û 410 kes.
Bi van amarên dawî re heta niha li Herêma Kurdistanê 105 hezar û 769 pêketinên vîrusa koronayê hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin