Kurdistan | 6 kesan ji ber vîrusa koronayê wefat kir

25 February 2021 18:46 0 dîtin
Kurdistan | 6 kesan ji ber vîrusa koronayê wefat kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de, 199 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî wefat kiriye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 199 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 109 kes li Hewlêrê, 36 kes li Silêmaniyê, 50 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku 6 kesan ji koronayê can daye ku ew jî 2 kes li Hewlêrê, 1 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê da xuyakirin ku di 24 demjimêran de 97 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 108437 kesan, ya mirinan bû 3519 kes û heta niha 103252 nexweşên koronayê jî baş bûne.