Kurdistan | Bi girêdana sîstema zîrek pirsgirêka elektrîkê tê çareserkirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê bi danîna sîstema zîrek a elektrîkê re, pirsgirêka elektrîkê ya Kurdistanê wê ji sedî 70 were çareserkirin.
Wekîlê wezareta elektirîka Kurdistanê Kamîl Qezaz ragihandiye ku di çarçoveya elektronîkkirina sektora elektirîkê de heta niha 560 hezar pîverên zîrek hatine girêdan û ji 1ê vê mehê ve pîverên zîrek ketine kar û êdî diravê elektirîkê dê bi pîverên zîrek were komkirin.
Kamîl Qezaz diyar kir, destpêkê dê wek test kar dikin û heta domahîka îsal dê girêdana pîverên zîrek xilas bibe ku bi texmîna wan piştî ku proje xilas bû jî wê ji 70%ê arîşeyên elektirîkê bên çareserkirin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin