Kurdistan | Hejmara pêketiyan bû 52 hezar û 756 kes û 1.906 kesan jî can daye

07 October 2020 15:43 0 dîtin
Kurdistan | Hejmara pêketiyan bû 52 hezar û 756 kes û 1.906 kesan jî can daye

PeyamaKurd – Li seranserê Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 886 kesên din bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketin û 29 kesan jî can da.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya 7ê Cotmehê deragihand, di 24 demjimêrên borî de 29 kes ji vîrûsa Koronayê mirine û 886 kesên din jî pê ketine.

Ji 886 pêketiyên nû hatine tomarkirin 358 kes li Hewlêrê, 176 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê û 303 kes li Duhokê û 20 kes li Helebceyê ne.

Ji 29 kesê can dane jî 2 kes li Hewlêrê, 15 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Germiyan, 1 li Raperîn, 6 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.

Herwiha di 24 saetên dawî de li Herêma Kurdistanê 566 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 52 hezar û 756 kesan, hejmara mirinan bû hezar û 6 kes û heta niha 33 hezar û 312 kes jî baş bûne.