Kurdistan | Sanda bilind a CHPê silavên Kemal Kiliçdaroglu gihand Serok Barzanî
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) ya bi serokatiya Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de ragihand: “Di hevdîtinê de Cîgirê Partiya Komariya Gel ya Tirkiye silavên serokê partiya xwe bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser dîroka guhertinên navxwe yên Tirkiye ragihand ku demokratxwazî dibe sedemek ji bo pêşketina navçeyê û bi pêwîst zanî ku aliyên demokratiyên navçeyê peywendiyeke dostane li gel hevdû hebe ji bo pêkanîna dadperwerî û pêşketinê. Her wiha tekez jî li girîngî û bandora Herêma Kurdistanê ya li navçeyê û Iraqê da kir û xwazyarê ewe bû ku peywendiyên di navbera her du aliyan berfirehtir û kûrtir bibin.
Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêhvan kir û ragihand ku qedera gelên navçeyê ew e ku li gel hevdû bijîn û baştirîn rê jî ji bo wê jiyanê, birayetî û aştî û çareserkirina kêşeyan û nehiştina zimanê înkarkirina beranber e. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku me hemû aliyek pêwîstî bi wê yekê heye sûd li ezmûn û şaşiyên berê werbigrîn û xizmeta aştî û pêkvejiyana di navbera gelan bikîn.
Pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn.
Hêjayî gotinê ye li vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreter û Zeîm Elî û Ce'fer Emînkî Endamên Mekteba Siyasî û Hoşyar Sîweylî Berpirsê Mekteba Navendiya Peywendiyên Derekiyên Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin