Sanda CHPê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nirxand: Ev destpêkek e…

08 September 2021 18:32 0 dîtin
Sanda CHPê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nirxand: Ev destpêkek e…

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê Portiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) Oguz Kaan Salicî piştî vegera ji serdana Herêma Kurdistanê îro Çarşemê li Stenbolê civîneke rojnamevanî li dar xist û ragihand, "Serdan û diyaloga ku me ya bi rêvebiriya herêmê re daye destpêkirin, divê wekî destpêkekê were dîtin."

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salicî got, wan li Hewlêrê hevdîtin ligel rayedarên partiyên siyasî yên wek Partiya Demokrata Kudistanê (PDK), Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Eniya Tirkmenî ya Iraqê  û Partiya Çaksazî ya Tirkmenan û ligel berpirsên hikûmeta Kurdistanê pêk anîne û ragihand, ew weke CHP girîngiyê didin çareserkirina pirsgirêkên navçeyê û girîng e pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin.

Salicî da xuyakirin, wan Rêxistina Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn ragihandiye û dê hemahengî di navbera Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê de hebe.

Oguz Kaan Salici da zanîn, ew li Herêma Kurdistanê di hevdîtinên xwe de rastî ti helwesteke xirab nebûne û got: “Li Rojhilata Navîn eger ev herçar welat bêne ba hev dikarin pirsgirêkên vê herêmê bi rêjeyek mezin ji holê rakin. Wekî ku min pêştir jî got, dibe ku ev îro dernakeve holê, lê hilbijartin çêdibin, hikûmet tên guhertin û li welatan guhertin çêdibin û em jî wek CHP di dema desthilatdariya xwe de bi vê yekê re eleqeder bibin. Ji ber vê yekê, me di derbarê helwesta xwe de li bakurê Iraqê an jî li ser navê rêveberiya heremî hûn çawa binav dikin bikin, tiştek xirab nedît.”

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê li ser mijara pirsa Kurd jî got, CHP di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de ne têne diaxive, di heman demê de materyalên nivîskî amade dike û wiha axivî: “Beriya CHP, Partiya Gel a Çepgira Demokrat jî li ser pirsgirêka kurd difikirî û nîqaş dikir. CHP partiyeke siyasî ye ku bi israr çareseriyên pirsgirêkê pêşniyar dike û gava rexneyên wê hebin ji rexnekirinê dudil nabe. Nêrîna me pir zelal e, em bawer dikin ku em dikarin pirsgirêka Kurd di çarçoveya Tirkiyeya uniter de bi dînamîkên xwe çareser bikin.”